Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Gumanberê Kuştina Xaşiqcî Berda


Rojnamevanê kuştî Cemal Xaşiqçî

Fransayê îro Çarşemê welatîyê Saudî yê ku doh li li firokexaneya Parîsê bi gumana pêwendîya bi kuştina rojnamevan Cemal Xaşiqçî re hatibû desteserkirin, serbest berda.

Welatîyê Saudî bi navê Xalîd Aedh El-Otaibî roja Duşemê (doh) li firokxaneya Roissy ya li nêzî Parîsê berîya li balafira ku diçû Rîyadê siwar be, hatibû desteser kirin.

Karbidestên ewlekarîya Fransa dîyar kirin ku kesê girtî xwedîyê heman navê gumanbarê ku yê ku Nobedarê berê yê Qralîyeta Erebîstana Saudî ye ku di belgeyên toleyên Amerîka û Brîtanya de û her wiha ew di raporeke Neteweyên Yekbûyî ku ser kuştina Cemal Xaşiqcî li Tirkîyê de, cîh digire.

Dozgeran ragihand ku piştî vekolîn û kontrolan derketiye holê ku ev kes bi xeletî jiber xwedîbûna heman navê bi gumanbar Xalîd Aedh El-Otaibî re, hatiye girtin.

"Kontrolên berfireh yên ser nasnameya vî kesî nîşan da ku biryara girtinê ya bo wî nine û ew serbest hatiye berdan," ofîsa dozgeran got.

Balyozxaneya Erebistana Saudî ya li Parîsê di derengîya roja Sêşemê de ser kesê girtî gotibû ku "ti pêwendiya wî bi dosa ku tê vekolînkirin re nîne".

Hejayê bîr xistinê ye ku rojnamevan Cemal Xaşiqçî rexnegirekî navdar yê Prensê Cîgir Mihemed Bîn Salman yê Erebistana Saudî bû.

Xaşiqçî 2’yê Cotmeha 2018’an de ketibû avahîya Konsulxaneya Erebistana Saudî ya li Stenbolê û ji wir derneketibû.
Piştre hatibû fehm kirin ku Xaşiqçî di avahîyê de hatiye kuştin, lê termê wî hîn nehatiye dîtin.






XS
SM
MD
LG