Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Jimareke Zarokên li Kampên Bakurê Sûrîyê Tîne Malê


Wezareta Derve ya Fransa îro Înê ragihand ku hikûmetê jimareke zarokên Fransî ji kampên li Bakurê Sûrîyê anîn nav welêt.

Wezareta Derve da zanîn ku zarokên ku hatine anîn, yan bê dêûbav in yan jî ji malbatên xwe dûr ketine.

Wezaretê careke din dubare kir ku mîlîtanên ku tev li DAIŞ’ê bûne, divê li cîhên ku tawanan kirine, werin darizandin.

Hêjayî balkişandinê ye ku di hefteyên dawî de bi hezaran malbatên DAIŞ’ê xwe radestî Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) kirine û di nav wan de bi sedan hemwelatîyên Fransî û welatên din yên Ewrupî jî hene.

XS
SM
MD
LG