Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tîrmehê Hejmara Penaberên Afrîqî ku ji Lîbya Digihejin Îtalya Kêmtir Bû


Penaberên Afrîqî digehijin bendera Catania ya Îtalî (Arşîv)
Penaberên Afrîqî digehijin bendera Catania ya Îtalî (Arşîv)

Ajansa Ewlekarîya Sînor ya Yekîtîya Ewrupa (Frontex) îro ragihand ku hejmara penaberên Afrîqî ku ji Lîbya digihejin Îtalya, di meha Tîrmehê de kêmtir bûye.

Frontex dîyar dike ku hejmara panerên ku ji ser rêya Derya Sipî de digehijin ji nivî pirtir ketine xwarê, lê hejmara penaberên ku ji ser Derya Sipî çûne Îspanya jî bi awayekî berbiçav pirtir bûye.

Frontex dide zanîn ku 10,160 penaber ji Afrîqaya Bakur giheştine başûrê Îtalya ku ew jî 57 ji sedê, ji hejmara meha Hezîranê hindiktir e û ji Tîrmeha 2014'an vir ve asta her nizim e.

Frontex bal dikşîne ku hawayê xirab û pevçûnên li Lîbya jî di wê nizimbûnê de roleke girîng listîne.

"Dîsa hebûna zerevanên deryayî yên Lubnanî bûne rêgir ku qaçaxçî nikaribin pirtir beleman bişînin deryayê," Frontex got.

XS
SM
MD
LG