Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Freedom House: Tirkîyê di Warê Mafên Ser Înternetê de Îsal jî "Ne Azad" E


Dîmeke dijî azadîya axaftin û ragihandina ser înternetê (Vîyana, Arşîv)
Dîmeke dijî azadîya axaftin û ragihandina ser înternetê (Vîyana, Arşîv)

Rexistina Freedom House rapora xwe ya salane ya “Azadîya Ser Înternetê 2023“ îro Çarşemê eşkere kir, ku polîtîkayên kontrolkirina înternetê yên 70 welatên cîhanê û mafên mirovan ya li ser înternetê lêkolîn dike.

Freedom House di rapora xwe ya bi navê "Azadîya Ser Înternetê 2023: Hêza Zordar ya Hişberîya Çêkirî" de, rewşa 70 welatan dinirxîne, ku ji sedî 88’ê karînerên înternetê yên cîhanê pêk tînê.

"Azadîya Ser înternetê ya Cihanî di 2023'an de cara 13'an li pey hev paş de çûyê," raportê got.

Freedom House di raporta xwe ya îsal de bi zedetirî 85 lêkolîner, pispor û şêwirmendan di navbera Hezîran2022 û Gulan 2023 de, lêkolîna azadîya înternetê ya 70 welatan kirine.

Rexistin azadiya înternetê ya her welatekî li ser bingeha 100 puanî destnîşan dike, bi nirxandina 21 xalên cuda yên têkildarî astengîyên giheştinê, sînordarkirinên naverokê, û binpêkirina mafên karîneran.

Zêdebûna puanan tê wê wateyê ku welat di van pîvanan de polîtîkayên azadîparast dişopînin û ew di 3 beşan de wek "azad" û "qismî azad" yan jî " ne azad" têne pênase kirin.
Li gor van pîvanan Freedom House di warê azadî û mafan yên ser înternetêde, di nava 70 welatan de tenê 17 welat wek "azad" dîyar kir, dema ku 32 welat wek "qismî azad" û 21 jî wek " ne azad"ragihand.

Freedom House dîyar kir ku dema şert û mercên mafên mirovan yên li ser înternetê li 29 ji 70 welatan xirab bûye, lê tenê li 20 welatan destkeninên giştî hatine tomar kirin.

Li gor raportê di warê azadîya ser înternetê de, bo sala 9’an li pey hev Çîn bi 9 puanan îsal dîsa bû welatê herî xirab ya cîhanê.

Raportê ragihandin ku di warê azadîya înternetê de paşdeçûna herî berfireh li Îranê (10 puan) çêbûye û piştre Fîlîpîn, Belarûs, Kosta Rîka û Nîkaragua hatine.

Îzlanda jî bi 94 puanan di warê azadîya ser înternetê de, bo sala 5’an li pey hev dîsa bû ‘welatê herî azad’ ya cîhanê û herwiha Estonya û Srî Lanka jî ew şopandin.

Li zêdetirî sê ji çar parên welatên (55 ji 70) ku lêkolîn hatine kirin, mirov tenê jiber ku nêrînên xwe li ser înternetê parve kirine, bi desteserkirin, girtin û cezayên din re rûbirû mane.

Li 41 welatan, hikûmetan serî li sansurkirina naveroka siyasî, civakî yan olî dane.

Dîsa, 41 welatan mirov jiber şîroveyên xwe yên li ser înternetê rastî êrîşa fizîkî yan jî kuştinê hatin.

Rewşa Tirkîyê:

Di raportê de Tirkîye di warê azadîya ser înternetê wek welatê “ne azad” hat dîyar kirin.

Tirkîye bi 30 puanên giştî, di nava 70 welatan de, di rêza 55’an cîh girt; di
astengîyên giheştinê de 12 puan, sînordarkirinên naverokê de 10 puan, û binpêkirina mafên karîneran de jî 8 puan.

Di raportê de Tirkîye li pişt welatên wek Lîbya, Îraq û Sudanê ye.

Raporta Freedom House da zanîn ku li Tirkîyê di van 10 salên dawî de azadîya înternetê gav bi gav kêm bûye.

“Serok Recep Tayyîp Erdogan û Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya desthilatdar, qanûnên cûrbecûr derxistin da ku sansurê zêde dikin û axaftina onlaynî wek tawan pênase bikin,“ raportê got.

Raport hevdem bale dikşîne ku qanûna nû ya dezenformasyonê li Tirkîyê azadîya înternetê sînordar kiriye û ser karîneran bi rengekî berbiçav givaştin çêkiriye.

“Ev qanûn tevî yên ser înternetê jî bo belavkirina agahiyên ku derew têne dîtin, cezayên girtîgehê tîne. Berîya hilbijartinên Gulana 2023’an, Qanûna Dezenformasyonê jbo bêdengkirina rojnamevanên rexnegir û herwiha endamên opozîsyona siyasî hat bikar anîn,“ raportê got. Eşkere kir.

Raport dîyar dike li Tirkîyê sansur wek şewazeke giştî berbelav e û di navbera Hezîrana 2022’yan û Gulana 2023’an de bi sedan malper, naverokên onlaynî û postên medya civakî hatine,qedexekirin, astengkirin yan jî jêbirin.

Tora troll yên onlaynî bi gelemperî dezenformasyona di berjewendîya hikûmetê de zêde dike; dema ku rojnamevan, çalakvan û karînerên medya civakî jiber parvekirinên xwe yên onlaynî bi dozên qanûnî re rûbirû dimînin.

Freedom House hevdem balê dikişîne ser qedexe,asteng û givaştinên ser rojnamevanên Kurd û saziyên ragihandinên Kurdî jî.

Li gor raportê di nav malperên ku hatine astengkirin de yên ku nûçeyên bi Kurdî radigihînin kurdî û hikûmetê rexne dikin hene, bi taybet yên ku operasyonên leşkerî yên Tirkiyê dişopînin.

Di nav malperên ku hatine astengkirin de ew malperên ku operasyonên leşkerî yên Tirkiyê dişopînin, nûçeyên kurdî û rexnekirina hikûmetê hene.

"Jimareke sazîyên nûçeyên dîjîtal hatin astengkirin û bi "propagandaya terorê" têne tawanbar kirin, jiber çîrokên ku radigihînin, yên ku bi piranîya medyayê ve têne paşguh kirin," raportê got.

Karbidestên hikûmeta Erdogan ser raporta " Azadîya Înternetê 2023 " ya Freedom House hê ti şîrove nekiriye.

Freedom House herwiha di raporta xwe de bang li hikûmetan kir ku
ku mafên karînerên onlaynî binpe nekin û li gor prensîbên Navneteweyî yên l ser Serlêdana Mafên Mirovan bo Çavdêriya Ragihandinê, tevbigerin.

" Divê karanîna amûrên çavdêrîyê û berhevkirina daneyên kesane yên ji hêla hikûmet û sazîyên dadî ve, bi pîvanên tund û zelal li gor qanûnan werin dîyar kirin, " raportê got.

XS
SM
MD
LG