Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî sibe Çarşemê tê Tirkîyê. Herwiha çaverê ye ku Serokê Berevani yê Îraqê jî were Tirkîyê.
Rojnamevan û şîrovekarê sîyasete Fehîm Işik got, Tirkîye jibo li hember Şîayên ku İran piştigirîya wan dike, dixwaze li wir Sunîyan perwerde bike û di operasyona Mûsilê de pêşî li PKKê jî bigire.
“Tirkîye bi taktik yan stratejik hereket nake. Piranîya hewildanên wê provakatîf în û jibo berjewendîya Serokkomar û hikûmeta AKPê ne.”
Işik hişyar kir ku şerên wekaletî ya li Îraq û Sûrîyê dikare veguherîne şerên dewletan û ev jî bibe sedema alozîyên mezintir li herêma Rojhilata Navîn.