Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump ji bo Kombûna G-20 Giheşt Arjantînê


Serokê Amerîka Donald Trump
Serokê Amerîka Donald Trump

Serokê Amerîka Donald Trump gihîşte Arjantînê ji bo beşdarbûna di kombûna grûpa 20 welatên mezinên abûrî ya bi navê G-20 de.

Trump berî gihîştina xwe Pêncşemê êvarî, kombûna xwe ya pilankirî li gel serokê Rûsya ji nav bir, bi sedema dorpêçkirina Rûsya hin gemiyên Ukraynî.

Trump li kombûna G-20 rastî jimarek pirsgirêkên dîplomatîk dibe, di serî de jî danîna rêkeftinekê li gel serokê Çînê Xi Jingping ji bo kêmkirina girjiyên bazirganî ku bandora xwe didin ser bazaran.

Peyvdara Koşka Sipî Sarah Huckabee Sanders got wê serok Trump bi awakî ne fermî li gel hin serkirdeyên beşdar biaxive.

Sanders got Trump biryara jinavbirina kombûna li gel Putin li ser pişta balafirê da, piştî ku li gel wezîrê derve Mike Pompeo û rawêjkarê Koşka Sipî yê Ewlekariya Niştimanî John Bolton axivî.

XS
SM
MD
LG