Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên G7 Hêvîdarin Pêgiriyên Xwe yên Dijwariyên Cîhanî Îmze Bikin


Wezîrên derve yên gurûpa heft welatên xwedî abûriyên pêşketî ku bi navê G7 tên nasîn, îro Şemiyê li havîngeha Dinard a Frensî kombûna xwe ya du rojan bidawî tînin û hêvî dikin ku pêgiriyên xwe yên hevbeş di derbarê dijwariyên cîhanî de îmze bikin û bingehkê ji bo karê xwe yê kombûna G7 a meha Tîrmehê li Biarritz deynin.

Dîplomatên welatên G7 ji Amerîka, Frensa, Kanada, Japon, Almanya,Îtalya û Britanya hewil da daxuyaniyeke hevbeş belavkin di derbarê şerê dijî qaçaxiya madeyên hişbir, çek û koçberiya herêma Sahel a Afrîqî, gunehkariyên înternêtê û tundutijiya dijî jinan li herêmên şer, bi taybetî li Afrîqya.

Lê nebûna wezîrên derve yê Britanya Jeremy Hunt û Amerîka Mike Pompeo di wêneya gurûpê de hin pirs derxistin pêş li dor kombûna G7.

Berpirsên Amerîka got xalên nakok jî dê bêne gotûbêjkirin.

John J. Sullivan, cîgirê wezîrê derve yên Amerîka got dê Waşinton di kombûnê de daxwaza piştgiriyê bike ji bo serkirdeyê opozisyona Venezuela Juan Guaido.

Amerîka li dor piştgiriya Guaido di rikeberiyekê de ye li gel Îtalya, tek welatê di nava G7 de ku piştgiriya Guaido nake.

XS
SM
MD
LG