Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilcivîna G7 Bi Plana Binesazîya Mezin Pêşbazîya Çînê Dike


Rêberên Koma G7'an, yên welatên xwedî demokrasîyên herî xurt û hevdem dewlemend, îro Şemîyê kiryarên hemberî bandora Çînê ku mezintir dibe nîqaş kirin.

Welatên G7'an, ji welatên pêşkeftî re planeke binesazîyê pêşniyar kir da ku bi plana kember û Rêya ya trîlyon dolaran ya serok Xi Jinping re bikaribin, peşbazîyê bikin.

Hilcivîna G7'an ku li başûrê rojavayê Îngîltere didome û serokên endam ser pêşbazîya stratejîk ya bi Pekînê re gotûbêjan dikin, dijî xurtbûna Çînê ya di qadên aborî û leşkerî de, li ser bersîveke hevgirtî nîqaşan dimeşînîn.

Qesira Sipî da zanîn ku Serokê Amerîka Joe Biden û rêberên din yên G7'an hêvî dikin, plana ku wekî Înîsîyatîfa Jinûve Cîhana Çêtir Ava Bikin (B3W) tê zanîn, wê hevkarîyek binesazî ya şefaf ava saz bike da ku jibo 40 trîlyon dolarên ku welatên pêşkeftî heya 2035'an hewce ne, bibe alîkar.

Karbidestekî payebilind yê rêvebirîya Biden ragihand ku ev ne tenê dijderketin yan ragirtina Çînê re têkildar e.

"Lê heya niha me alternatîfek erênî ku nirxên me, pîvanên me û awayê karsazîya me nîşan bide, pêşkeş nekiriye," wî got.

Hevdem, Qesra Spî got ku , G7 û hevalbendên wê ewê înîsîyatîfê bikar bînin da kusermayeya sektora taybet li qadên mîna jingeh, saxlemî, wlehîya saxlemîyê, teknolojîya dîjîtal, û wekhevîya zayendî û wekhevîyê sermayeya bikar bînin.

Lê, heya niha ne dîyar e ku ka ewê plansazî bi çawa bixebite yan jî dê di dawiyê de çiqasdirav were veqetandin.

Projeya Kember û Rê ya Çînê (BRI) planeke binesazîyê ya bi trîlyon dolarî ye ku di 2013'an de dest pê kir, tê de bo ji Asya heya Ewrupa û gelek heremên din gelek projeyên pêşketin û veberhênanê hene.

Zêdetirî 100 welatan bi Çînê re peyman îmza kirin ku di projeyên BRI'yê de, yên wek rêhesin, bendergeh, otoban û binesazîyan de cîh bigirîn.

Rexnegir dibêjin plana Xi ya afirandina şewazeke nûjen ya rêya bazirganîyê ya bi navê Rêya Hevrîşimê ya kevnar ku Çînê bi Asya û Ewrupa ve girê dide, pirtir jibo berfirehkirina Çîna Komunîst wesayîtek e.

Pekîn dibêje gumanên bi wî rengî berdewamîya xiyaneta nêrînên gelek hêzên rojavayî ye ku hbi sedsalane rûreşîya Çînê dikin.



XS
SM
MD
LG