Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koma G-7 Hişyariyek Tund Dide Îran Û Rûsyayê


Civîna G-7 Liverpool, Îro 12ê Kanûna Pêşî 2021.
Civîna G-7 Liverpool, Îro 12ê Kanûna Pêşî 2021.

Welatên herî dewlemend yên wekî G-7 têne nasîn roja Yekşemê got ku dem derbas dibe ku Îran peymanekê bo sînordarkirina armancên xwe yên navokî bipejirîne û hişyarî da Rûsyayê derbarê encamên dagîrkirina Ukraynayê.

Wezîrên derve yên welatên herî dewlemend yên cîhanê civîneke du rojî li Liverpoolê, li bakurê rojavayê Îngilîstanê li dar xistin, da ku li dijî gefên cîhanî eniyek bihêz û yekgirtî pêkbînin.

Derbarê Îranê da, Brîtanyayê mêvandarê G-7an got destpêkirina danûstandinên li Viyenayê "şansa dawî ya Komara Îslamî ye ku bi çareseriyeke cidî bihê ser mêzeya gotûbêjan."

Wezîra Derve Liz Truss di preskonfêranseka rojnamevanî de got, "Hêşta dem heye ku Îran bihê û vê peymanê bipejirîne."

Brîtanya, ku sala bê serokatiya G-7an radestî Elmanyayê dike, konferansa du-rojî ya li Liverpool, li bakurê rojavayê Îngilîstanê, wekî şansek nîşan da ku li dijî tepeserkirina li çaraliyê cîhanê raweste.

Ji bilî Îranê, komkirina hêzên Rûsyayê li ser sînorê Ukraynayê mijara sereke ya danûstandinan bû, ji ber ku tirsa êrîşeke pêkan ya dewleta Sovyeta berê heye.

Truss got ku "dengek pir yekgirtî heye... ku dê encamên mezin jibo Rûsyayê hebin heke ew Ukraynayê dagir bike."

Karbidestekî payebilind yê Wezareta Derve yê Amerîka roja Şemîyê got "hejmareke mezin ji welatên demokrat" amade ne ku di havêtina pêngavekî da beşdarî welatên G-7an yên Brîtanya, Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya û Amerîkayê bibin.

XS
SM
MD
LG