Serkirdeyên 20 welatên aborî yên herî mezin yên cîhanê îro Şemiyê dest bi kombûnên du rojan yên G20 kir, ku mijarên guhertina keşûhewa û vîrusa koronayê di serê guftûgoyên wan de ne.
Reşnivîsa daxuyaniyekê ku ji gihîtibû ajansa Reutersê diyar dike ku welatên mezin dê hindek sozên xwe yên derbarê keşûhewayê de pêk bînin.
Serokwezîrê Îtalya Mario Draghi bixerhatina serkirdeyên cîhanê kir, di nav de jî serokê Amerîka Joe Biden û serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi, di kombûna yekem ya rû bi rû ya G20 de, piştî du salên pandemiya koronayê.
Lê serokên Çîn û Rûsyayê xwe dûr xistin ji ber xemên wan yên berdewam ên COVID, û dûrbûna wan hêvî kêm kirin li dor pêşketinên mezin yên derbarê dîplomasiya keşûhewayê, berî kombûnên bê yên COP26 li Glasgow ya Brîtanî.
Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson di axaftina xwe de lê mukur hat ku Roma û Glasgow dê dijwar bin, lê huşdarî da ku bê kiryarên wêrek, şaristaniya cîhanê dê wek emperatoriya Romayê hilweşe.
Wî ji peyamnêran re got:
“Dê gelekî zehmet be ku em bigihin rêkeftina ku me pêwîstî pê heye.”
Jêder: Reuters