Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatên G20’an Soza Çareserîya Krîza Mirovahî ya Afganistanê Didin


Dîmeneke ji hilcivîna awarte ya Welatên G20’an ya ser krîza Afganistanê, 12 Cotmeh, 2021 - Roma
Dîmeneke ji hilcivîna awarte ya Welatên G20’an ya ser krîza Afganistanê, 12 Cotmeh, 2021 - Roma

Rêberên welatên koma G20’an ser alîkarîya bo Afganistanê û fikarên ewlekarîyê yên derbarê wî welatî yên piştî Talîbanê desthilatdari bi desxt, hilcivneke awarte ya onlaynî bi darxistin.

Serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi piştî hilcivîna awarte ya ser rewşa Afganistanê ji rojnemavanan re daxuyanî da.

Mario Draghi ragihand ku welatên koma 20’an ku aborîyên herî mezin in, bi biryar in ku krîza mirovahî ya li Afganistanê çareser bikin.

"Bi bingehîn ser pêwîstîya çareserkirina rewşa awarte ya mirovahî de nerîneke heye," Draghi got.

Serokê Amerîka Joe Biden, Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi û gelek serokên Ewrupî beşdarê hilcivînê bûnç

Lê, Serokê Çînê Xi Jinping û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin beşdar nebûn, jiber ku ew li ser rewşa awarta Afganistanê, helwestên cûda yên navneteweyî, pêşniyar dikin.

Dema ku Talîbanê di 15’ê Tebaxê de desthilatdarîya Afganistanê bi dest xist vir ve , welat - jixwe piştî dehsalên şer bi hişkesalî û xizanîya giran re têkoşîn dikir û niha hejmara koçberan her diçe zêde dibe.

XS
SM
MD
LG