Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên G7 Eniyeke Yekgirtî Li Dijî Rûsyayê Nîşan Didin


Wezîra derve ya Brîtanyayê Liz Truss
Wezîra derve ya Brîtanyayê Liz Truss

Welatên herî maldar û demokratîk yên cîhanê îro şemiyê hewl dan ku eniyeke yekgirtî li dijî dijminahiya Rûsya li Okranyayê nîşan bidin, di demekê de ku Brîtanya mêvandariya kombûna wezîrên derve yên grûpa G7 li bajarê Livepoolê dike.

Kombûna G7 bi beşdarbûna wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken û hevtayên wî yên Frensî, Îtalî, Almanî, japonî, û Kenedî, dibe di demekê de ku metirsî hene Rûsya êrîşî Okranyayê bike. Rûsya plankirina her êrîşekê red dike.

Berî gotûbêjkirinên fermî, wezîra derve ya Brîtanyayê Liz Truss kombûnek şeva borî li gel Blinken li dar xist û herdu wezîran tê de xemên xwe li dor komkirina hêzan ya Rûsî li ser sînorê Okranyayê der birîn, li gor nivîsgeha wezareta derve ya Brîtanyayê ku di daxuyaniyekê de got.

Daxuyaniyê anî ziman ku her derbasbûneke Rûsî bo Okranyayê dê” şaşiyeke stratejîk be û dê encamên cidî hebin.”

Di destpêkirina kombûnê de wezîra Brîtanî Truss got:

“Divê em berveaniya xwe bikin li dijî geşbûna gef û dijminahiyan û divê em bi hev re û bihêz rawestin li dijî dijminên ku dixwazin sînorên azadî û demokrasiyan teng bikin.”

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG