Wezîrên derve yên grûpa aborî ya G7 roja Şemiyê soza xurtkirina tenêhîştina Rûsyayê ji aliyê aborî û siyasî ve û berdewamiya dayîna çekan bo Ukraynayê dan.
Piştî kombûna li keleha 400 salî ya li Baltîkê, dîplomatên payebilind yên Brîtanya, Kanada, Almanya, Fransa, Îtalya, Japon, Amerîka û Yekîtiya Ewropî jî soz da ku ew alîkariyên xwe yên leşkerî bidomînin "heya ku hewce bike".
Li gorî daxuyaniyeke hevbeş, ew dê li beramber tiştê ku Rûsî jê re dibêjin belavkirina Rojava ya agahiyên şaş rawestin, ku armanca Rûsya jê ew e sûcdarkirina Rûjava bi pirsgirên dabînkitrina xwarinê li seranserî cîhanê.
G7 her wiha bang li Çînê kir ku alîkariya Moskowê neke û şerê Rûsyayê rewa neke.
Tê pêşbînîkirin ku hefteya pêş, endamên Yekîtiya Ewropî bigihin rêkeftinekê û kirîna nifta Rûsyayê qedexe bikin tevî ku Hungariya hîn li dijî wê yekê ye.
Di daxuyaniya G7 de her wiha hat gotin ku,”Em dê hewlên xwe bileztir bikin ji bo kêmkirina paldayîna li ser enerjiya Rûsyayê.”
Jêder: Reuters