Grûpa heft welatên maldar yên cîhan G7 îro Şemîyê erê kir ku pêgir be bi asteke nizim ya taksan ku herî kêm 15% be li ser bingeha her welatekî bi serê xwe.
Daxuyaniyeke wezîrên darayî yên G7, ku deqek jê gihîtibû ajansa Reutersê, got:
“Em pêgir in bi gihîştina çareserîyeke dadmend li dor belavkirina mafên taksan, li gel dayîna welatên ku bazar lê dibin mafên sepandina taksan li ser 20% ji mifayên kompanîyên pirnetew yên herî mezin ku mifayên wan rêjeya 10% derbas dikin.
Daxuyanîyê her wiha got:
“Em ê hevrêziya guncaw di navbera cîbicîkirina pîvanên nû yên navnetewî yên taksan de dabîn bikin û taksên li ser xizmetên dijîtal û pîvanên girêdayî wan ji nav bibin.”
Tê zanîn ku grûpa G7 ji duh ve, bo yekem car ji dema destpêkirina pandemîya koronayê ve li Londonê rû bi rû kom bûye.