Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

G7 Îro jibo Piştgirîya Ukrayna Civîneke Onlaynî li Dar Dixe


G7 Summit Putin
G7 Summit Putin

Japonya îro Çarşemê ragihand ku dewletên G7 wê bona nîşandana piştgirîya jibo Ukrayna, bi serokomarê wî welatî Volodymyr Zelenskyy re civîneke onlaynî çêkin.

Karbidestekî hikûmeta Japonî, ku nexwest nave xwe eşkere bike, ji Reutersê re got ku ew dixwazin bi awayekî eşkere nîşan bidin ku dewletên G7 bi Ukrayna re ye.

Wî karbidestî got ku fikar çêbûne ku bi şerê Îsraîl û Hamasê bala cîhanê bi tenê li ser wir e, lê bi wê civîna onlaynî ewê peyameke xurt ya piştgirîyê bidin Ukrayna.

Li gor gotina wî karbidestîg G7 bi biryar e ku jiber êrîşvanîya li Ukrayna dijî Rûsya toleyên tund ragihîne, lê wî ti hûrgilî neda.

Dewletên G7, ku Japonya, Amerîka, Kanada, Brîtanya, Fransa, Almanya, Îtalya û Yekîtîya Ewrupa ne, meha Gulanê dîyar kiribûn ku ewê bazara bi Rûsya re ya ser xurtkirina şer sînordar bikin.

G7 wê di civînê de ser şerê li Rojhilata Navîn û mijara Hişberîya Çêkirî (AI) jî danûstandinê bike.

Qesira Sipî berê ragihandibû ku wê civîn bi awayekî girtî li dar keve.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG