Koma G7 ragihand ku dewletên endam wê jibo xurtkirina sîstemên berevanî yên Ukrayna bi hev re bixebitin.
Rêberên welatên G7 bi daxuyanîyeke hevpar da zanîn ku gotinên Rûsya yên ser karanîna çekên navokî nayên qebûl kirirn.
Daxuyanîya hevbeş ya G7 dîyar kir ku ger Rûsya çekên kîmyayî, bîyolojîk yan navokî bi kar bîne ewê bi encamên cidî re rûbirû bimînin.
Li gor daxuyanîya rêberên G7, ew dê bo pêdivîyên kelûpelên leşkerî alîkarîyê bidin Ukrayna.
Şerê Rûsya û Ukrayna ji Herba Cîhanê ya Duyê vir ve li Ewrupa şerê herî giran e.
Rûsya ser kiryarên xwe yên li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e, lê welatên Rojava tevgerên Moskowê wek dagirkirin dibînin û ligel Kîevê disekinin.