Wezîrên darayî û rêvebirên bankên navendî yên Koma Heft (G7) welatên herî dewlemend îro Înê bo Ukrayna alîkarî yeke nû ya bi 19.8 mîlyar dolarî, bi daxuyanîyeke ragihandin û wan soz dan ku ger hewce bike wê bêtir piştgirîya darayî bikin.
Wezîrê Darayî yê Almanya Christian Lindner ji rojnamevanan re got ku 9.5 mîlyar dolar ji tevahîya vê alîkarîyê, di civîna wezîrên darayî yên G-7 de li Koenigswinter, Almanya, vê heftê ji Ukrayna re hatiye şandin.
"Em hevbîr in ku rewşa darayî ya Ukrayna divê ti bandorek ser kanîna Ukrayna ya bo parastina wê ya sekrketî neke. Welatên G7'an bo bidawîkirina vî şerî divê çi ji dest were bikin," Lindner got.
Rêberên darayî yên Amerîka, Kanada, Japonya, Almanya, Fransa, Îtalya û Brîtanya – endamên koma G7'an - li Almanya piştvanîya darayî ya Ukrayna gotûbêj kirin, jiber ku Kîev hewl dide ku pêşî li dagirkerîya Rûsya bigire lê, diravê wê diqede.
Wezîrê Darayî yên G7'an di daxuyanîyê de armanca alîkarîya bi 19.8 mîlyar dolarî wiha dîyar kirin:
"Alîkarîya Ukrayna bike ku astengîyên darayî çareser bike û pêşkeşkirina xizmetên bingehîn bo gelê Ukrayna werin berdewam kirin."
Di daxuyanîyê her wiha pêşwazîya xebatên li seranserê G7 û sazîyên darayî yên navneteweyî bo pirtir piştgirî ya darayî ya Ukrayna hat kirin; bi taybet jî pêşnîyara Komîsyona Ewrupa yabo 9 mîlyar euro alîkariya makro-diravî ya zêde.
Wezîran da zanîn ku bi rêka Banka Ewrupî ya Jivûveavakirin û Pêşketinê û Kompanîya Aborî ya Navneteweyî ya digehîje 3.4 mîlyar dolarî.
"Emê di tevahîya vî şerî de û piştre piştgirîya xwe ya bi Ukrayna re bidomînin û ger pêwîst be em amade ne bêtir tiştan bikin," wezîrê darayî yên G7 ragihandin.