Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatên G7 Tepeserkirina Tund ya Xwepêşandanên Îranê Şermezar Dikin


Wezîrên derve yên G7 îro Înê piştî civîna du rojan li bajarê Munster yê Almanya li ser hin mijarên navneteweyî daxuyanîyeke hevpar belav kir ku ji 11 beşan pêk tê.

Wezîrên derve yên G7 û Nûnerê Bilind yê Yekît'ya Ewrupa (YE) dîyar kir ku ew bi rengekî xurt û hevgirtî pabend' parastina nîzama navneteweyî ya li ser bingeha parastina mafên her kesî ne.

“Em wezîrên derve yên G7 yên Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya, Brîtanya, Amerîka, û nûnerê bilind yê YE bal dikişînin ser hesta xwe ya hêzdar ya yekîtîyê û pabendbûna me ya xurt; jibo parastina peymanê, nîzama navnetewî ya ser bingeha rêgezan û parastina mafên hemûyan.”

Wezîrên derve yên G7’an rêgezên peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) bi bîr xistin û ser gefên dijî serwerî û yekparçebûna axa her dewletekê hişyarî dan.

“Divê tevahîya endamên NY li gor peymana NY, xwe ji gef û bi karanîna hêzê dijî serwerî û yekparçebûna axa her dewletekê dûr bisekinin. ”

Wan bi berdewamî got ku welatên G7’an bi pêgirî ji wan kesan hesab bipirsin ku prensîbên bingehîn yên hiqûqa navneteweyî bi rengekî berbiçav binpe dikin.

Di beşa 4’an ya daxuyanîya wezîrên derve yên G7’an de rewşa li Îranê tê nirxandin û helwesta welatên G7’an tê dîyar kirin.

Welatên G7’an kuştina Keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî di desteserkirina polîsên exlaqî yên Îranê de şermezar kir û ser xwepêşandanên berdewam yên li Îranê piştgirîya xwe dîyar kir.

“Em kuştina hovane ya jina ciwan ya Îranî Jîna Mahsa Emînî piştî desterkirina wê ya ji alîyê hêzên bi navê polîsên exlaqî yên Îranê şermezar dikin. Em endamên G7 piştvanîya xwe ji daxwaza bingehîn ya gelên Îranê radigihînin, jibo siberojeke ku tê de ewlehîya mirovahî û mafên wan yên cihanî yên mirovahî rêz û parastî bin.“

Welatên G7’an herwiha karanîna hêzê ya hovane û bêpîvan ya hêzê li dijî xwepêşanderên aştîyane û zarokan jî şermezar kir.

Wezîran bi berdewamî bang li karbidestên Îranê kir ku erkên xwe yên navneteweyî bi cîh bînin û ,Peymana Navnetewî ya Mafên Sivîl û Sîyasî (ICCPR) ji di nav de li gor qanûnên navneteweyî tevbigerin.

Wezîrên G7’an berevanîya ragihandinê û destxistina agahîyan jî kirin û herwiha helwesta Îranê ya ser rojnamevanîya serbixwe û parêzvanên mafên mirovan şermezar û rexne kirin.

“Em berevanîya mafê hemû Îranîyan ya giheştina agahîyan dikin û em helwesta hikûmeta Îranê şermezar dikin, jiber ku qada sivîl wêran dike, parêzvanên mafên mirovan û bi daxistina înternetê û medyaya civakî rojnamevanîya serbixwe dike armanc.“

Welatên G7’an dîsa bang li karbidestên Îranê kirin ku rêzê li mafên jinan bigirin, yên ku li gor peymanên navneteweyî yên mafên mirovan hatine dayînê wan.
Wan hevdem bo berdana kesên ku di xwepêşandanan de hatine girtin kirin.

“Em bang li karbidestên Îranê dikin ku kesên bi neheqî hatine girtin berdin - xwepêşander, zarok, rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan - yên vê dawîyê hatine girtin û ji berpirsên binpêkirinên mafên mirovan hesaban bipirsin. “

Wezîrên G7’an herwiha girtina nerewa ya hemwelatiyên dualî û biyanî red kirin û dawî li pêkanîna binçavkirinên nedadmend daxwaz kirin.

“Em bi tundî girtina nerewa ya hemwelatîyên dualî û biyanî red dikin û hevdem bang li Îranê dikin ku dawî li pêkanîna van binçavkirinên nedadmend bîne, ku bi hêvîya bidestxistina destketiyên siyasî dike.“

Wezîrên derve yên G7’an balkişandin ku wê hewlên xwe yên hemberî Îranê bidomînin ku ji karbidestên wê hesaban bipirsin.

Welatên G7’an bang careke din li Tehranê kir ku destûrê bide ku pisporên NY li Îranê lêkolînê bikin.

XS
SM
MD
LG