Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koma G7 Darbeya Leşkerî ya Myanmar Şermezar Dike


Li Myanmar dîmeneke piştrî darbeya leşkerî
Li Myanmar dîmeneke piştrî darbeya leşkerî

Heft welatên ku xwedîyê aboriyên herî mezin yên pêşkeftî yên cihanê ku wek koma G7 tê bi nav kirin îro Çarşemê darbeya leşkerî ya li Myanmar bi daxuyanîyeke hevpar şermezar û rexne kir.

Koma G7 got ku ew ji çarenivîsa rêberên siyasî yên desteserkirî yên wek Aung San Suu Kyi bi fîkar e.

Di daxuyanîya hevpar de hat gotin ku ew, Wezîrên Karên Derve yên G7 yên Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya, Brîtanya û Amerîkayê û Nûnerê Bilind yê Yekîtîya Ewrupa, di şermezarkirina darbeya li Myanmarê de yekbûyî nin.

“ Em jiber desteserkirina rêberên sîyasî û aktîvîstên civaka sîvîl, mîna şêwirmenda dewletê Aung San Suu Kyi û Serok Win Myint, û bo armancgirtina medyayê pir bi fîkar in," wan got.

Wezîrên Karên Derve yên G7bang li artêşa Myanmarê kirin da ku rewşa awarte bidawî bike û destûrê bide alîkarîya mirovahî ya bo kesên herî hewcedar.

"Em bang li artêşê dikin ku demûdest rewşa awarte biqedîne, desthilatdarîyê paşve bide hikûmeta demokratî ya-hilbijartî, hemî kesên ku bi neheqî hatine desteser kirin azad bike û ji mafên mirovan û pîvanên qanûnê re rêz bigire," G7 got.

Hevdem, G7 destnîşan kir ku divê ji encamên hilbijartina Mijdarê re rêz bê girtin û Parlamento di fersenda yekê kom bibe.



XS
SM
MD
LG