Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatên G7 bo Sûrîyê Çareserîyeke Dîplomatîk Dixwazin


Welatên G7, ku ji Amerîka, Almanya, Brîtanya, Fransa, Kanada, Îtalya û Japonya pêk tê, bi daxuyanîyeke hevbeş bo kêşeya Sûrîyê çareserîyeke dîplomatîk xwestin.

Welatên G7 dîyar kir ku divê danûstandinên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên li Cenevrê, bo kêşeya Sûrîyê qonaxeke nû ya siyasî bide destpê kirin.

Amerîka, Fransa û Brîtanya roja Şemîyê êrîşa esmanî biribûn ser Sûrîyê. Welatên G7 ser vê êrîşê da zanîn ku ‘’sînordarkirî bû, bi teşe bû û hewce bû’’

Welatên G7 di daxuyanîya hevbeş de ragihand ku Sûrîyê jiber karanîna çekên kîmyayî bi awayekî tund rexne dikin.

XS
SM
MD
LG