Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamanterê CHP'ê Tekîn: Di Nav Gel de Hevalbendîyeke Xurt Heye


Jibo berbijarîya şaredarîyan navên hin kesan hêdî hêdi derdikevin pêş. Ji van yek jî Sekreterê Giştî yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) yê berê û parlamanterê CHP'ê yê Stenbolê Gursel Tekîn e.

Tekîn, hem li ser îhtîmala hevalbendîyên navbera CHP'ê û HDP’ê û hem jî derbarê namzetîya xwe bersîva pirsên me dan.

“Dibe ku li jor bi awayekî fermî di navbera CHP, HDP, Partîya Baş û Partîya Saadetê de hevalbendîyek nebe, lê li jêr, di nav gel de hevalbendîyek heye.”

Tekîn li ser bajarê Stenbolê jî sekinî û û got ku AKP aniha naxwaze dilê Kurdên li Stenbolê bişkîne.

“AKP'ê li Stenbolê xwe ji MHP'ê dûr xist ku dengê Kurdan bigire. Bahçelî çi gotibû? ‘Em li Stenbolê tunene’. Êdî ew derfeta AKP'ê nemaye ku careke din Stenbolê qezenc bike jiber ku pir hilbijêrên AKP'ê ji wan xeyîdîne.”

Tekîn li Stenbolê qezenckirina hilbijartinê bi awayekî vebir dibîne û dibêje ku hilbijartinên Stenbolê bi tena serê xwe hilbijartinek nîne, lê hebûn û nebûna demokrasîya Tirkîyê ye.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:05:36 0:00

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG