Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gabbard: Armancên Amerîka û Îsraîlê li Îrana Cûda ne

Rêvebira Îstixbaratê Niştimanî ya Amerîkayê Tulsi Gabbard îro Pêncşemê got ku armancên Serok Donald Trump ji bo Îranê danîne ne wekî yên Îsraîlê ne.

Di rûniştineke guhdarîkirinê de li Senatoya Kongresa Amerîkî, Gabbard got: "Armancên ku ji alîyê serok ve hatine danîn ji wan armancên ku ji alîyê hikûmeta Îsraîlê ve hatine danîn cuda ne."

Karbidesta Amerîkayî diyar kir ku "Em dikarin bi rîya operasyonan bibînin ku hikûmeta Îsraîlê bal daye pûçkirina rêbertîya Îranê. Lê serok diyar kiriye ku armancên wî wêrankirina mûşekên balîstîk yên Îranê ne, ligel tunekirina şiyanên wan ên berhemdana mûşekan û hêzên wan ên deryayî."

Serok Trump roja Çarşemê bi şev got ku hayê Amerîkayê ji êrîşa Îsraîlê li ser zevîyên gazê li Îranê nebû. Wekî bersiva wê êrîşê, rejîma Îranê êrîş bir ser zevîyeke gazê li Qeterê.

Trump li ser Truth Social got: "Amerîka ji vê êrîşa taybet ne agahdar bû, û Qeter jî bi ti awayî beşdar nebû û pêşwext jî haya wê ji êrîşê nebû."

XS
SM
MD
LG