Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ashkenazi: Aştiya bi Welatên Kendavê re Fersende Bo Filistîniyan


Gabi Ashkenazî, wezîrê derve yê Îsraîlê
Gabi Ashkenazî, wezîrê derve yê Îsraîlê

Wezîrê derve yê Îsraîlê Gabi Ashkenazî Yekşemê got, aştiya Îsraîlê li gel welatên Kendavê ne li ser hesaba Filistînyan e.

Ashkenazî bi rêya Online beşdarî Kongreya "Diyaloga Manama" bû, ku roja Yekşemê 6ê Kanûnê li Bahreyn hat encam dan got "Peymana Îbrahîm ne li ser hesaba Filistînyan e, tam berûvajî wê ew delîveke divê ji dest neçe."

"Daxwazê ji Filistînyan dikim ku raman xwe biguherînin û raste rast li gel me beşdarî diyaloga aştiyê bibin, bê mercên pêşîn. Ev rêka tekane ya çareseriya van nakokiyan e." Gabi Ashkenazî got.

Danûstandinên aştiyê di navbera Îsraîl û Filistiyan de ji sala 2014 heta niha rawestiyan e. Filistînî plana serokê Amerîka Donald Trump ya aştiya bi Îsraîlê re red dikin û Washingtonê bi aligirê Îsraîlê tawanbar dikin, bi taybet piştî ku Amerîka Orşalîm/Qudis weke paytexta Îsraîlê nas kirî.

Çend welatên Kendavê têkiliyên veşartî bi Îraîlê re hebûn, bi taybet jiber metrisiya wan ya hevbeş li hember Îranê, lê Amerîka hewil dide navbeyan wan baş bike, ev hewildanên dîplomasî yên Amerîka bi eşkere pêkhatin, piştî ku li meha Tebaxa borî Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) ê hevpeymana Erebistana Saûdî bi navbeynkariya Amerîka têkiliyên xwe bi Îsraîlê re vegerandîn û nomalîze kirîn, piştî Îmaratan welatê Bahreyn jî heman têkilî bi Îsraîlê re danîn.

XS
SM
MD
LG