Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa û YE Darbeya Leşkerî ya li Gabonê Şermezar Dikin


Rêberên leşkerî yên li Gabonê îro Çarşemê ragihand ku wan rêvebirîya welêt girtîye destê xwe û Serok Alî Bongo xistiye bin binçakirina li malê.

Rêberên leşkerî, piştî ku sazîya hilbijartinê ragihandibû ku Bongo bo gera sisêyan hilbijartin qezenc kiriye, kontrola welêt xist bin kontrola xwe û got ku encamên hilbijartinê hatine pûç kirin.

Rêvebirîya leşkerî herwiha nîronê Gabonê girtin û hemî sazîyên dewletê hilweşandin.

Ajansa Reutersê ragihand ku bi hezaran kes darbeya leşkerî li kolanan, bi şabûnê pîroz kir, lê Fransa û Yekîtîya Ewrupa ew yek şermezar kir.

Rêvebirîya leşkerî dîyar kir ku Serok Bongo û kurê wî jiber bertîl, perê xwarin û xiyanetê hatine binçav kirin.

Hêjayî balkişandinê ye ku darbeya li Gabonê darbeya hêştan ya li Afrîqaya Rojava û Navendî ye ku ji sala 2020î vir ve diqewimin.

Heta niha zelal nebûye ku kî wê darbeya leşkerî bi rê ve dibe, lê wêneya mirovekî bi kincên leşkerî ji hêla leşkerên vê dihat hildan.

Tevî ku Gabon, mîna dewletên din yên Sahel rûbirûya gefa xirabkarîya îslamî nebûye jî, darbeya heyî wek paşketina demokrasîya li herêmê tê dîtin.

Hevdem, Çîn û Rûsya banga çareserîyreke aştîyane û dempdest vegera aramîyê jibo Gabonê kir.

Gabon, dewlemenda petrol ye û kompanîyên wek TotalEnergies û Perenco li wî welatî dixebitin û kompanîya madenkarî ya Fransî, Eramet jî liê deer xebatên xwe dike.

XS
SM
MD
LG