Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê Yoav Gallant îro Înê got ku ewê di demeke nêzîk de operasyoneke dirêj û dijwar li Gazayê bikin ku Hamasê tune bikin.
Gallant ji komeke rojnamevanan re got ku ewê di wê operasyonê de divê tora tunelên binerdê yên Hamasê jî tune birûxînin.
Gallant li Tel Avîvê ji nûçegîhnanan re got ku hêzên wan êrîşa duyê ya bejayî ya sînordarkirî li ser Gaza pêk anî û firokên şerker û dron jî piştgirî dan wê êrîşê.
“Operasyoneke bejayî ya piştî êrîşên esmanî yên ku bi hefteyan didomin, wê demeke pir dirêj bikşîne. Û ewê rê li ber qonaxeke nû ya dirêj veke ku jibo jêbirina xalên mayîn yên Hamasê şerekî bi asta nizimtir destpê bike.”
Bi alîyekî din ve, karbidestên Filîstînî ragihand ku hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê de li Gaza hatine kuştin giheştîye 7,300 kesan.