Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gallant Dibêje Dibe ku Haşim Safieddîn Miribe

Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê Yoav Gallant îro Sêşemê got ku xuya ye ku Haşim Safieddîn, cîgirê rêberê Hizbullahê yê kuştî Seyîd Hesen Nasrallah ji holê hatiye rakirin.

Gallant daxuyanîya derbarê Safieddîn di vê demê de da ku hêzên Îsraîlî li başûrê rojavayê Lubnanê dest bi operasyonên bejayî kirîye ku deverên bin kontrola xwe berfirehtir bike û Hizbullah jî derî ji danûstandinên ser agirbestekê re vekirî hiştîye.

"Hizbullah rêxistineke bê serî ye. Nasrallah hat tune kirin, belku cîgirê wî jî hat kuştin," Gallant di peyameke vîdyoyî ya kurt de ji serbazên li navenda fermandarîya leşkerî ya bakurê Îsraîlê re got.

Sefîeddîn, berpirsekî payebilind yê Hizbullahê ye ku çaverê bû ku şûna Nasrallah bigire. Ji dema êrîşa esmanî ya Îsraîlê ya dawîya hefteya borî heta niha ti agahî ji wî nedihat girtin.

Safîeddine ku wekî rêberekî bi bandor û şûngirê Nasrallah tê dîtin, jibo Îsraîlê armancekî serekî bû. Ew, wekî bepirsê civata karîger ya Hizbullahê, birêvebirina karên sîyasî yên wê rêxistinê dike û herwiha endamekî Civata Jîhadê ye operasyonên baskê leşkerî ya Hamasê bi rêve dibe.

Ger ev îdiaya kuştina Safîeddine rast derkeve, ewê ji Hizbulahê re bibe darbeke din ya mezin ku li herêmê wek hêzeke ser bi Îranê tê zanîn.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG