Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gallup Dibêje Almanya di Warê Rêberîya Cîhanê de li Rêza Pêş E


Kompanîya Gallup bi anketên li 133 welatan ragihand ku Almanya di rêberîya cîhanê de li rêza herî pêş e.

Almanya li gor rapirsîyên sala 2023’yan bi 46 ji sedê dengan li pêş e û li dû wê bi 41 ji sedê dengan Amerîka tê.

Dewleta Almanya, ku li Ewrupa aborîya herî mezin e, li parzemîna xwe jibo rêberîya cîhanê 60 ji sedê dengan distîne.

Rêjeya jibo rêberîya Amerîka, li hin dewletên Afrîqa û li Hindistanê, ku li cîhanê dewleta herî qelebalix e, hinekî ket.

Lê, li seranserê cîhanê rêjeya rêberîya Amerîka 1 puan zêde bûye û rabûye 36 ji sedê dengan.

Rêje nîşan didin ku pevçûnên li Gaza bandor li rêberîya Amerîka kirine.

Gallup dîyar dike ku anketên piştî şerê li Gaza raber dikin ku rêjeya jibo Amerîka hinekî ketiye.

Piştgirîya Amerîka ya jibo Îsraîlê rêberîya cîhanê ya wê ya li wî welatî rakiriye 81 ji sedê û li axa Filîstînîyan jî rêjeya wê daketiye 11 ji sedê dengan.

Profesora Peywendîyên Navneteweyî yê Zanîngeha George Washington Maryam Zarnegar dîyar kir ku Amerîka di hiqûqa navneteweyî de nakokîyê nîşan dide.

Zarnegar ji VOA re got ku Amerîka jibo binpêkirinên li Ukrayna, Rûsya tawanbar dike, lê jiber binpêkirina mafên mirovan yên li Gaza hevbendên wek Îsraîl rexne nake.

Rêjeya rêberîya Rûsya ya jibo cîhanê sala 2022’yan 21 ji sedê bû û sala borî rabû 22 ji sedê.

Çîn li Afrîqa bi 58 ji sedê dengan li rêza pêş e, û li dû wê bi 56 ji sedê dengan Amerîka û 54 ji sedê dengan Almanya û 42 ji sedê dengan jî Rûsya tên.

Tê bawer kirin li gelek cîhên cîhanê Amerîka li hember Çînê xwedîya hêzeke nerm e.

Amerîka bi 84 ji sedê dengan herî zêde li Kosova rêje sitandiye.

Rûsya bi 88 ji sedê dengan dijî rêberîya Amerîka sekinî.

Amerîka li parzemîna xwe bi 39 ji sedê dengan li rêza pêş e û li dû wê bi 29 ji sedê dengan Almanya tê.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG