Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gallup: Piştgirîya bo Împîçkirina Trump Kêmtir Bû


Kompanîya lêkolînan, Gallup berî dengdana ser împîçkirina Serok Donald Trump encamên anketeke nû belav kir.

Li gor anketê, ji destpêka peyvajoya împîçkirina Trump, piştgirîya bo performans û karên wî 39 ji sedê rabû 45 ji sedê.

Heman anket dide zanîn ku piştgirîya bo împîçkirina Trump ji 52 ji sedê daket 46 ji sedê.

Ji alîyê din ve, dema li Civata Nûneran rûniştina li ser împîçkirinê dom dikir, kempeyna hilbijartinê ya 2020’an ya Trump, kempeyna alîkarîyê da destpê kirin.

Tîma kempeyna hilbijartinê dîyar kir ku alîkarîyên bo wan zêde bûne.

Civata Nûneran li hember 197 dengan bi 230 dengan Trump tawanbar kir.

Trump, bi vî awayî di dîroka Amerîka de bû serokê sêyan yê hatiye împîçkirin.

XS
SM
MD
LG