Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rikeberîya Rûsî Banga Xwepêşandana Dijî Pêşnîyarên Putin Dike


Yulia Galyamina
Yulia Galyamina

Sîyasetvana rikeber ya Rûsî Yulia Galyamina îro Înê bang li hemwelatîyan kir ku dijî protestokirina pêşnîyara guhertina qanûna bingehîn ya Serok Vladimir Putin derkevin kolanan.

Galyamina, ku endama meclîsa bajarê Moskowê ye, bang li rûniştvanên bajêr kir ku bi rêka beşdarbûna rêdeçûna sibê Şemîyê, nerazîbûna xwe ya hember planên Putin nişan bidin.

“Guhertinên pêşnîyarkirî yên di qanûna bingehîn de hember tevahîya welêt ferq û cûdahî tîne û dijî me gîşkan givaştin û zextan zede dike,” Galyamina di medya civakî de got.

Çavderên sîyasî nikarin bi zelalî pêşbînî bikin ku banga Galyamina dê çiqas karîger be û çend kes di xwepêşandana sibê de amade bin ku jibo biranîna rojnamevan û parêzerên ku 11 sal berî hatibûn kuştin, têne kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku pêşnîyarên guhertina qanûna bingehîn, ku bûbûn sedema karberdana serokwezîr û hikûmeta wî, mîna rêdana berfirehkirina desthilata Putin tên dîtin.

Li gor qanûnên Rûsî seroktîya Putin di sala 2024an de bi dawî tê, lê bi van guhertinan Putin armanc dike ku demên dirêjtir li ser desthilatê bimîne.

XS
SM
MD
LG