Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka ji Gana û Kenya re Pirtir ji 2 Mîlyon Vaksîn Dişîne


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê karbidestekî Qesira Sipî ragihand ku Amerîka dê ji Kenya û Gana re pirtir ji 2 mîlyon vaksînên vîrursa korona yên Moderna bişîne.

Wî karbidestî da zanîn ku dê bi bernameya COVAX’ê ji Kenya re 880,320 doz, ji Gana re 1,229,620 doz vaksîn werin şandin.

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) jî bi GAVI re piştgirîyê dide wê bernameya COVAX’ê.

Afrîqa di bernameya vaksînkirinê de li gor herêmên de bi awayekî berçav bi şûnde maye.

Welatên wek Amerîka di karanîna vaksînê de, di rêjeyên bi du reqeman de ne, lê welatên Afrîqa hîn rêjeyên bi yek reqemî rapor dikin.

XS
SM
MD
LG