Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Şer yê Îsraîlê Gantz dê ji Hikûmeta Koalisyonê Derkeve


Gantz karkêşana xwe Yekşemê ragihand.
Gantz karkêşana xwe Yekşemê ragihand.

Wezîrê şer yê Îsraîlê Benny Gantz roja Yekşemê ragihand ku ewê dest ji karê xwe di hikûmeta koalisyonê ya Serokwezîr Benjamin Netanyahu berde.

Siyasetvanê Îsraîlî got ku ev biryara wî girêdayî cudahîyên derbarê stratejîyeke zelal ya jibo qonaxa piştî şer li Kerta Gazayê bû.

Gantz, ku wekî siyasetvanekî naverast tê dîtin, ji alîyê hevalbendên Netanyahu yên tundrê ve ser şerê Gazayê di koalisyona hikûmetê de dihat dûrxistin.

Tevî ku bawerîya wî bi gelek rêberên Filîstînî ne dihat, Gantz xuya dikir ku ji Netanyahu bêtir nêzîkî çareserîya du dewletan bo Îsraîlî û Filîstînîyan.

Gantz got ku soza Netanyahu jibo serkeftineke tevahî li dijî Hamasê vala bû. Wî herwiha da zanîn ku Îsraîlî hêjayî “serkeftineke rasteqîn” in ku “rizgarkirina dîlan di ser rizgarbûna siyasî re dibîne.”

Karkêşana partîya Gantz ji koalisyonê dê valahîyekê di Knessetê de peyda bike ku dibe bi parêzkarên netewperest were tijî kirin. Parêzkar hewil didin ku Netanyahu siyaseteke tund li Gazayê bimeşîne.

Karkêşana Gantz dê di nav 48 demjimêran de karîger bibe.

Jêder: AP, Reuters

XS
SM
MD
LG