Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamanterê HDP'ê Rewşa Heyî li Tirkîyê Ewle Nabîne


Pîşandina qayuman yên ser bajarvanîyên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), bandoreke nebaş li ser hemû sîyaseta Tirkîyê vedaye.

Çend roj berê, Wezîrê Hindur yê Tirkîyê Suleyman Soylu hişyarî dabû şaredarê Stenbolê Ekrem Îmaoglu ku ger ew xencî karê xwe bi karên din re mijûl bibe, ewê jî wî pêrîşan bikin.

Ev gefana û bersîvên van gefana her roj bandora xwe li ser sîyaseta Tirkîyê vedidin.

Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu jî ragihandibû ku ew ne di nav ewlehîyê de ne.

Mahmut Celadet Gaydali
Mahmut Celadet Gaydali

HDP jî gava qayuman bi tundî protesto dike û bi berdewamî çalakîyên dijî wê didomîne.

Parlamanterê HDP’ê yê Bitlîsê Mahmut Celadet Gaydali jî wek Kiliçdaroglu got ku ti ewlehîya wan li Tirkîyê tuneye.

“Em xwe çawa di ewlehîyê de bibînin? Serokê partîya me yê berê û gelek parlamanterên me niha, bê sedem li girtingehê ne. Rastî li Tirkîyê rewşeke qenc dîyar nabe û em ti kes ji me xwe di nav ewlehîyê de nabîne.”

Gaydali, ji kar dûrxistina bajarvanên partîya xwe wek gaveke ber bi dîktatorîyê ve dibîne.

“Qayum neheqîyeke mezin e. Heke rayedarên Tirkîyê bawerîya wan bi demokrasîyê hebûya ev çênedibû. Lê, em dibînin ku ti bawerîyeke wan tuneye. Jibo wê jî Tirkîye her roj ji demokrasîyê dûr dikeve û ber bi dîktatorîyê ve diçe.”

ED_09_09_2019_HDP_Gaydali
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:08 0:00


XS
SM
MD
LG