Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Filîstînî Dibêjin jiber Operasyonên Îsraîlê Nêzî 100 Hezar Kes li Bakurê Gaza Asê Mane


Rêvebirîya xizmetên sivîl yên awarte ya Filîstînê ragihand ku tankên Îsraîlê îro Duşemê ber bi kûrahîya du bajarokên bakurê Gazayê pêşve çûnê û nêzî 100 hezar sîvîlên li kampeke dîrokî ya penaberan dorpêç kirine.

Rêvebirîya xizmetên awarte ragihand ku dora 100 hezar kes li Cebelîyê, Beyt Lahîya û Beyt Hanûn bê derman û xwarinê hatine dorpêç kirin, lê Reuters nekarîye ew hejmar piştrast bikira.

“Xizmetên me jiber operasyonên Îsraîlê yên sê hefteyên borî li bakur ber bi sekinandinê ye,” rêvebirîya xizmetên awarte got.

Artêşa Îsraîl dibêje ku armanca operasyonên wê jiholêrakirina mîlîtanên Hamasê ye û nêzî 100 mîlîtanên berguman yên Hamasê di êrîşeke ser Nexweşxaneya Kemal Edwan ya li kampa Cebelîyê hatine desteser kirin. Lê. Hamas û karmendên saxlemîyê hebûna mîlîtanan li nexweşxaneyê red dikin.

Wezareta Saxlemî ya Kerta Gazayê jî ragihand ku jiber êrîşên esmanî û bombebarana Îsraîlê herî kêm 19 kes îro Duşemê hatin kuştin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku danûstandinên bi pêşengîya Amerîka, Misir û Qatarê, ku agirbestekê dike armanc, roja Yekşemê jinûve destpê kirin, piştî ku hewila dawî ya Misirê têk çûbû.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî îro got ku civînên dawî yên li Doha girîngî dide ser nexşerêyeke nû ku pêşnîyarên berê û pêşhatên herêmî li ber çavan digire.

XS
SM
MD
LG