Roja Yekşemê şerên giran li dora mezintirîn Nexweşxaneya Gazayê qewmîn û karmendên nexeşxaneyê dibêjin, bi hezaran Filistînî dorpêçkirî di şert û mercên gelek aloz de dijîn.
Îsraelê soz daye alîkariya veguhestina zarokên nû jidayîkbûyî ji nexeşxana jikarketî bike.
Nexweşxaneya El-Şîfa ya bajarê Gazayê ketiye ber êrîşa bejayî ya Îsraîlê ya bi armanca jinavbirina Hemasê. Ew nexeşxane çendîn caran rastî gulebaran û êrîşan hatiye.
Di yek ji wan êrîşan de, karbidestên tenduristiyê yên Hemasê got, beşa nexeşiyên dil roja Yekşemê wêran kir.
Leşkerê Îsraîlî red kir ku wan bi mebest nexweşxane kiriye armanc û bi berdewamî grûpa çekdar a Îslamî ya desthilatdar li Gazayê bi bikaranîna navendên Tendirustî yan tunelên li jêr wan, weke navendên fermandarî û veşartgeh, tawanbar dike. Hemas îdîayên Îsraîliyan, red dike.
Li gora hejmarên wezareta tendirustiya Hemas, di bersiva Îsraîlê de li êrîşa Hemas ya roja 7 Cotmehê, bêtir ji 11,000 Filistinî hatine kuştin, piraniya wan medenî ne û çend hezar ji wan zarok in.
Li gorî ajansa Neteweyên Yekbûyî ya penaberên Filistînî, ji dema şer destpêkirî heta niha, nêzîkî 1,6 mîlyon kes di wê herêmê de koçber bûne. Ev nêzîkî du sêyeka tevaya hejmara xelkê Gazayê ne.
Çavkanî: AFP