Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Filestînî Mirina Yekem bi Vîrusa Koronayê Radighînin


Wezareta Saxlemiya Filestînê îro Şemiyê yekem mirina bi sedema vîrusa koronayê li kerta Gaza ragihand.

Gaza ya ku di bin destê gurûpa Îslamî Hemasê de ye û bingehên tenduristî yên pêwîst lê kêm in, tenê 55 keysên koronayê ta niha ragihandine di nav du milyon kes de. Di demkê de ku li Qewraxa Rojava ya di bin destê Îsraîlê de, ku Filestîniyan xweseriyeke sînordar heye, 2 mirî û 423 keys hatine ragihandin.

Wezareta Saxlemiyê ya Gaza got kesa mirî jineka 77 salî ye ku di dergehê Misrî re roja 19ê vê mehê derbasî Gaza bûbû û ji wê rojê ve di bin karentînê de bû. Ew di bin bandora nexweşiyeke ku berê pê re hebû mir, li gor wezaretê.

Hemasa ku ji sala 2007an ve Gaza bi rê ve dibe, dergehên sînorî bi Misir û Îsraîlî re girtin û tenê hatûçûna bingehîn vekirî hîşt. Wê li vajî Qeraxa Rojava got girtina bi temamî ne pêwîst e.

XS
SM
MD
LG