Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pizîşkên Filistînî Dibêjin Îsraîlê Li Gazayê 9 Kes Kuştin


Êrîşên asmanî yên Îsraîlî herî kêm neh Filistînî di du êrîşên cuda de roja Yekşemê li Zîvala Gazayê kuştin, û jimara kuştiyên dawiya hefteyê giha 97an, pizîşkên Filestînî got, di demekê de ku navbeynkarên Amerîkî û Erebî hewildanên xwe zêde kirin ji bo encamdana rêkeftina agirbestê.

Karbidestên saxlemîyê got ku êrîşeke asmanî ya Îsraîlî pênc kes li maleka kampa Nuseyrat li naverasta Gazayê kuştin. Di heman demê de êrîşeke asmanî ya din çar kesên din li Cebalya li alîyê bakurê dorpêçê, ku hêzên Îsraîlî sê meh in li wir operasyonan dikin, kuştin.

Derbarê her du bûyeran de ti daxuyanîyek ji Îsraîlê derneket.

Roja Yekşemê, Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê ragihand ku di 24 saetên borî de 88 Filistînî hatine kuştin û zêdetirî 200 kesên din jî birîndar bûne.

Li taxa Şêx Ridwan a bajarê Gazayê, xizm û cîran çûn mala Zuhd, ku di derengiya roja Şemiyê de rastî êrîşa hewayî ya Îsraîlê hat û di encamê de 7 kes hatin kuştin, pizîşkan got. Lêgerîn sibeha Yekşemê berdewam kir ji bo çar kesên din ku tê texmînkirin di bin xirbeyan de asê mane.

Artêşa Îsraîlî roja Yekşemê di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên wan di dawiya heftiyê de êrîşî zêdetirî 100 mebestan li seranserê Gazayê kirine û bi dehan çekdarên Hamasê kuştine. Wê got ku wê herwiha cihên avêtina rokêtan ku di rojên dawî de ji bo êrîşên rokêtan li ser Îsraîlê dihatin bikaranîn, wêran kirin.

Tevgereke nû tê kirin ji bo gihandina agirbestekê di şerê navbera Îsraîl û Hemasê de, û vegerandina rehîneyên Îsraîlî yên ku birin Gazayê, berî ku serokê hilbijartî yê Amerîkî Donald Trump di 20ê Çile de dest bi kar bike.

Îsraîl êrîşa xwe li ser Gazayê dest pê kir di bersiva êrîşa 7ê Cotmeha 2023an de ji aliyê mîlîtanên Hemasê ve li ser civakên li başûrê Îsraîlê, ku li gorî daneyên Îsraîlê, nêzîkî 1200 kes kuştin û nêzîkî 250 dîl girtin.

Operasyona leşkerî ya Îsraîlê bi armanca jinavbirina Hemasê, li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Gazayê, 45,805 filistînî kuştin û piraniya xelkê ji malên wan derxistin.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG