Hikûmeta Îsraîlê vîdyoyek belav kiriye ku tê de tunelekê nîşan dide ku tê gotin ji alîyê mîlîtanên Filistînî ve li jêr nexweşxaneya Şîfa hatiye çêkirin.
Di dema ku koma Hamasê qebûl kir ku bi sed kîlometran tora tunelên veşartî, binerd û şikeftan li Gazayê hene, wê red kir ku wan tunel li jêr saziyên sivîl weke nexweşxanan hebin.
Îsraîlê ragihand ku li Şîfayê, endezyarên artêşê tûneleke 10 metre kûr û 55 metran dirêj dîtine ku deriyekî bihêz yê li dijî teqînan heye.
Artêşa Îsraîlî derbarê vîdyoyê got, "Deriyên wiha ji aliyê rêxistina terorîst Hamasê ve tên bikaranîn da ku hêzên Îsraîlî nikaribin derbasî navendên rêbertîya Hamasê û cebilxaneyên wan yên jêrzemînê bibin."
Her derbarê nexweşxaneya Şîfayê, medya Misirê ragihand ku 29 zarokên pêşwext jidayik bûne roja Duşemê gihîştin Misirê piştî ku ji nexweşxaneya herî mezin ya Gazayê ku bûye navenda şerê Îsraîlê bi Hamasê re hatin derxistin.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) nexweşxaneya Şîfa wekî "herêma mirinê" binav kirîye. Ew zarok Yekşemê ji wê nexweşxaneyê hatibûn derxistin ji ber ku Îsraîl hewl dide ku bingehên Hamasê û tunelên wê yên li jêr nexweşxanê hene eşkere bike.
Li aliyekî din, Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ku navenda wê li New Yorkê ye got ku ji êrîşa Hamasê ya 7'ê Cotmehê li dijî Îsraîlê vir ve 48 rojnamevan û xebatkarên medyayê li herêmê hatine kuştin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku di şerê li kerta Gazayê de 5 leşkerên din li bakurê Gazayê hatine kuştin û hejmara kuştiyan derketiye 65 leşkeran.
Di vê navberê de, Balyozê Îsraîlî li Amerîka Michael Herzog ji kenalê ABC re got ku Îsraîl "hêvî dike ku di rojên pêş de hejmareke mezin ji dîlên ku di destê Hamasê de ne azad bibin." Wî got ku agirbesteke demkî, ku dikare pênc rojan bidome, dibe ku were kirin.
Medya Amerîkî dibêje, 50 ji 239 dîlên di destê Hamasê de, ku jin û zarok jî di nav de ne, dikarin vegerînin Îsraîlê, lê ne diyar e ka li hember wê dê çend girtiyên Filistînî werin berdan.
Herzog red kir ku rawestandina demkî ya şer weke agirbest bi nav bike, û got ku Îsraîl plan dike ku piştî bidawîbûna radestkirina dîlan, êrîşa xwe ya li dijî Hamasê ji nû ve bide destpêkirin.
Jêder: Dengê Amerîka