Serokwezîrê Filîstînê Mihemed Mistefa roja Çarşemê got ku divê Desthilatdarîya Filîstînê tenê hêza desthilatdar li Gazayê be.
Mistefa di konferansekê de li Norwêcê got ku jibo lihevkirina ser agirbesta li Gazayê û rêdana zêdetir alîkarîyên mirovahî yên jibo pirtir ji 2 mîlyon kesan, divê givaştina navnetewî bidomin.
“Piştî dawîbûna şer li Kert Gazayê, tenê Rêvebirîya Filîstînê dikare bi awayekî rewa bi rêve bibe û divê ti hewil nebin ku Gaza ji Kenara Rojava ya dagirkirî, wek beşek ji dewleteke Filîstînî ya siberojê were veqetandin,” Mistefa got.
Rêvebirina Gaza ya piştî şer wek pirseke mezin maye. Îsraîl tevlêbûna Hamasê, ku berî şer wê deverê desthilatdar bû, red dike. Lê, Îsraîl di heman demê de dijî rêvebirîya Desthilatdarîya Filîstînê ye ku 30 sal berê di çarçoveya Peymana Oslo de hatibû damezrandin û bi awayekî sînordarkirî rêvebirina Kenara Rojava dike.
Karbidestên Îsraîlî Desthilatdarîya Filîstînê bi piştgirîkirina êrîşên dijî Îsraîlê tawanbar dikin û dibêjin ku piştgirîya berfireh ya ji Hamasê re, nava Filîstînîyên li dervayê Gazayê tê wê wateyê ku her dewletek Filîstînî divê bikeve bin kontrola Hamasê.
Desthilatdarîya Filîstînê, ku di bin serwerîya koma Fetih de ye, ji hêla Yaser Arafat ve hatibu damezirandin, herwiha dibe armanca dijberîya Hamasê, ku di sala 2007 de, piştî şerekî navxweyî yê kurt ew ji Gazayê derxistibû.
Jêder: Reuters