Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nêzî 80 Hemwelatîyên Amerîkî ji Gaza Derketin


Bi vebûna derîyê sînor yê Refahê re 79 hemwelatîyên Amerîka ji Gaza derbazî Misirê bûn.

Serokê Amerîka Joe Biden dîyar kir ku wan 74 hemwelatîyên Amerîka yên bi cotpasaportî derxistine.

Qesira Sipî jî berî ragihandina Biden dîyar kiribû 5 hemwelatîyên Amerîka ji Gaza derketine.

Berdevikê Ewlekarîya Neteweyî ya Amerîka John Kirby dîyar kir ku karbiedest alîkarîya wan hemwelatîyên Amerîkî dikin ku derbazî Balyozxaneya Amerîka ya li Misirê yan hin cihên din yên ewle bibin.

Kirby got ku ew jibo pirtir Amerîkî ji Gaza derkevin xebat û danûstandinên xwe didomînin.

Wî dîyar kir ku hîn ne zelal e ku ewê hemî Amerîkîyên li herêmê heta çend rojan ji wir derkevin.

Wezîrê Derve yê Amerîka di rojên borî de dîyar kiribû ku li Gaza bi qasî 400 hemwelatîyên Amerîka hene û gotibû ku ew tevî malbatên wan dixwazin bi qasî 1000 kesî ji wir derxin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG