Amerîka dibêje, ew vekolînê li ser raportên medyayî dike ku DAIŞ hember pêşmergeyan çekên kîmyayî kar anîye.
Wezareta Derve ya Alnmanî do piştrast kiribû ku jimareke pêşmergeyan rastî êrîşeke kîmyayî hatin û dora 60 kes jiber gazê nexweş bûn.
Berdevkê Civata Ewlekarî ya Qesra Spî Alistair Baskey do got ku ew li dû pirtir agahî ne jiber ku îdiayên wî rengî pir girîng werdigirin.
Balyoza Amerîka li Neteweyên Yekbûyî Samantha Power jîê got, Amerîka vekolînê li ser îdiyayên karanîna çekên kîmyayî dike.
Karbidestekî bilind yê Amerîkî, ku navê xwe eşkere nekir, ji Wall Street Journal re got ku di êrîşê de gaza hardal anku mustard gas hate xebitandin ku îhtîmale mezin DAIŞ ew gaz li Sûrîyê dest xistiye.