Hilbijartina akadîmekê Kurd Abdulbasit Seyda wek serokê Encûmena Niştîmanî ya Sûrîyê di medyayên Kurdî, Erebî û cîhanî de deng veda.
Abdulbasit Sedya bû yekemîn Kurd ku serokatîya Encûmena Niştîmanî ya Sûrîyê bike, di demekê de ku têkelîyên Kurdan bi wê encûmenê re ne baş in.
Salih Gedo, endamê Encûmena Niştîmanîya Kurd li Sûrîyê dibêje ku herçende Abdulbasit Seyda kesekî serbixwe ye û ti têkelîyên wî yên rêkxistinî bi tevgera Kurdî li Sûrîyê re tune ne, lê belê hilbijartina wî bo serokatîya Encûmena Niştîmanî ya Sûrîyê gavek girîng e.
Birêz Gedo herwiha dibêje ku “Abdulbasit Sedya dikare hin tiştan jibo Kurdan tehqîq bike.”
Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Gedo re, fayla dengî ya rexê rastê vê rûpelê kilîk bike.