Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tillerson Dibêje ku Îran Gefên Provokatîf Dixwe


Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson dîyar kir ku peymana navokî ya bi Îranê negiheştîye armanca xwe.

Tillerson da zanîn ku ger Îran neyê kontrol kirin wê "Koreya Bakureke din" ava be.

"Delîl eşkere ne. Kiryarên Îranê yên provokatîf ji Amerîka, herêm û cîhanê re gef in. Hikûmeta Trump niha sîyaseta me ya Îranê bi berfirehî dinirxîne, piştre emê hin biryaran bidin," Tillerson got.

Serok Trump gotibû ku peymana navokî ya di dewra Barack Obama de bi Îranê re hatiye kirin, di dîrokê de peymana "herî berbad" e.

Li gor peymanê, bi şertê ku tole ji ser Îranê rabin, ewê bi kêmî ve 10 salan çekên kîmyayî çêneke.

XS
SM
MD
LG