Gemîyeke mezin ya dexlûdan barkirî îro Înê ji bendergeha Çornomorsk ya Ukrayna bi rê ket.
Ev gemîya mezin ya pêşî ye ku piştî Rûsya meha Tîrmehê ji peymana dexlûdan vekişî ji Ukrayna bi rê dikeve.
Cîgirê Serokwezîrê Ukrayna Oleksandr Kubrakov ji Twitterê ragihand ku gemîya bi navê Aroyat bi barê genim ji Ukrayna diçe Misirê.
Kubrakov dîyar kir ku di tîma gemîyê de hemwelatîyên Misir, Tirkîye, Azerbaycan, Belçîka û Albanya (Arnavutluk) hene.
Li gor ragihandina Kubrakov di gemîyê de 17 ton dexlûdan heye.
Berî Aroyatê, vê hefteyê gemîyeke din ya 3 tonî jibo dexlûdan bibe Asya ji bendergeha Ukrayna bi rê ketibû.
Ukrayna, piştî Rûsya ji peymana dexlûdan vekişîbû, meha borî dîyar kiribû ku wê jibo derxistina dexlûdan korîdoreke mirovahî ya demkî çêkiriye.
Heta niha 5 gemîyan ew korîdor bi kar anîne ku xeta Romanya û Bulgaristanê ye.
Jêder: Reuters