Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gencên ligel Nexweşîyên Mejî Nikarin Herin Zanîngeh û Kar


Li gorî lêkolîneke Amerîkî ya nû, kesên bi nexweşîyên mejî navbera 20 û 40 salî îhtîmaleke kêmtir li cem wan heye ku herin zanîngehê an jî karekî bidest bixin.

Lêkoleran dîtin ku bêtirî 30 ji sedî ji gencên bi nexweşîyên têkçûna mejî nikarin karekî bikin an jî derbasî zanîngehê bibin piştî qedandina qonaxa amadeyî ya xwendinê. Ev rêje bi gelekî zêdetir bû ji rêjeya kesên seqet ligel nexweşîyên zehmetîya fêrbûnê.

Tê texmîn kirin ku serê 88 zarokan li Amerîka yek ji wan bi nexweşîya mejî ye.

Nexweşîya mejî ku wekî ASD jî tê nasîn, ew nexweşî ye ku ligel gencên temen biçûk heye ku rê li ber wan digire fêrî jiyana civaka bibin û çawanîya danûstandinê ligel xelkê.

Jibo pêkanîna vê lêkolînê, lêkoleran zanînên derbarê 680 gencên Amerîkî yên bi vê nexweşîyê kom kirin ligel 1400 gencên bi nexweşîya zehmetîya fêrbûn û axaftinê. Encamên lêkolînê di kovara Pediatrics de eşkere bûn.

Paul T. Shattuck rêberê vê lêkolînê got, encamên vê lêkolînê ne tiştekî ne naskirî bû, ji ber ku berê dihate zanîn ku gencên nexweşîya ASD ligel wan heye dê kêşeyan bikişînin.

XS
SM
MD
LG