Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Genarelekî Rûsî Dibêje Ew jiber Rexneyên Xwe ji Kar Hate Qewitandin


Generalê artêşa Rûsya Ivan Popov dîyar kir ku ew ji kar hatiye dûr xistin.

Popov, ku jibo Hêzên Çekdar yên 58’an yê artêşa Rûsya fermandarî dikir , îro Pêncşemê got ku jiber ku wî rastîyên şer gotine ji kar hatiye qewitandin.

"Min eşkere kir ku leşkerên Rûsî li enîyên li Ukrayna ji pişt ve hatine xençer kirin û sedema vê yekê jî binketinên berpirsên payabilind yên leşkerî ne," Popov got.

Daxuyanîya Popov ya ser dûrketina ji kar ji alîyê parlamanterekî Rûsî ve hat weşandin, lê Wezareta Berevanî yê Rûsya ser daxuyanîya Popov hîn ti bersîv nedaye.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG