Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

General Lloyd Austin Bû Wezîrê Berevanî yê Amerîka


Civata Senatoran ya Amerîkî îro Înê berbijarîya generalê karkenar Lloyd Austin ya jibo wezîrtîya berevanîyê erê kir.

Bi vê biryarê General Austin bû wezîrê nû yê berevanîyê ku di heman demê de kesê yekê ye reş e ku wê wezaretê bi rê ve bibe.

Li gor qanûna Amerîkî divê heft sal li ser karkenarbûna (malnişîn) endamên hêzên çekdarî derbaz be ku ew bikaribin bibin berpirsê Pentagonê.

Komîteya Xizmetên Çekdarî ya Civata Senatoran do Pêncşemê biryar dabû ku astenga qanûnî ya li ber wî veke û berbijarîya wî bişîne pêş dengdana giştî ya Civata Senatoran.

XS
SM
MD
LG