Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mazlum Ebdî: Macron Alîkarîya Têkbirina DAIŞ'ê û Parastina Misilmanan Kir


Mazlum Ebdî
Mazlum Ebdî

Fermandarê Gişyî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî îro Duşemê got ku serokê Fransî Emmanuel Macron alîkarîya parastina misilmanan kir.

Ebdî li ser Twitterê got ku Macron di şerê têkbirina Dewleta Îslamî de û jibo parastina nirxên mirovahîyê de alîkarîya wan kir.

“Bi haqaretên dijî Macron, Erdogan ku piştgirîya Dewleta Îslamî kir, nûnertîya nêrînên misilmanan û berjewendîyên cîhana îslamî nake., lê ew ola îslamê jibo berjwendîyên xwe bi kar tîne.”

Erdogan roja Şemîyê gotibû ku problema Macron bi Misilmanan re heye û herwiha pirsgirêkên wî yên derûnî jî hene.

Fransa gotinên Erdogan şermezar kiribû û wek protesto balyozê xwe yê li Enqere bo şêwiran vekişandibû.

XS
SM
MD
LG