Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Di Êrîşên Amerîka de Genarelekî Sûrî yê Payabilind Hate Kuştin


Muşekeke ku Amerîka ji Derya Sipî difirîne Sûrîyê

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR), îro Înê ragihand ku di êrîşa Amerîka ya ser firîngeha Sûrîyê ya li nêzî Humsê de yek ji wan payabilind çar leşkerên Sûrî hatine kuştin.

Artêşa Sûrîyê derbarê kuştinan hîn ti daxuyanî nedaye ku SOHR'ê da zanîn ku wê ji jêderên xwe ew agahî girtîye.

SOHR'ê dîyar kir ku ji kuştîyan yek general e û bi dehan kes birîndar bûne.

Walîyê Humsê Talal el-Berazî got ku ji xencî leşkerên firîngehê, sîvîlên gundên wan derdoran jî hatine kuştin, lê wî ti hejmar neda.

Reuters'ê jî ji zarê kanala el-Mayadeen ya Lubnanî ragihand ku Artêşa Sûrîyê, berî êrîşa Amerîka piranîya firokên cengê ji firîngehê derxistine.

XS
SM
MD
LG