Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Nakokiyên Şandên Rêjîm û Opozisyona Sûrî li Cinêvê


Opozisyona Sûrî dibêje şandê rêjîmê bendan li pêş axaftinên Cinêvê datîne.

Peyvdarê Opozisyonê Yahya Erîdî îro got şandê hikûmetê ji şanderê Neteweyên Yekgirtî Stefan de Mistura re gotiye ew bi awakî rasterast guftûgoyan li gel opozisyonê nakin.

Erîdî dibêje opozisyon vê yekê wek “mercekî pêşwext” dide berçavan.

Şandê hikûmetê, ku dereng çû Cinêvê, red dike daxwaza opoziyonê ku serokê Sûriyê Beşar Esed çi rol nebe di qonaxa veguhêz de.

Opozisyon dixwaze guftûgoyên nerasterast li gel şandê rêjîmê bibin rû bi rû .

Man û nemana Esed li ser desthilatê çiqas girînge di axaftinên Cinêvê de û pêşbîniya çi dibe ji aliyê Neteweyên Yekgirtî, Amerîka, Rûsya û welatên herêmê ve?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê babetê:

Fewaz Mehmûd, şîrovekarê siyasî ku li herêma Kurdistana Îraqê dimîne û Ciwan Nebî, nivîskar û raghêner ku li bajarê Qamişlo dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke.

please wait

No media source currently available

0:00 0:27:48 0:00

XS
SM
MD
LG