Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartina Georgia Dê Kontrola Senatoyê û Rojeva Biden Dîyar Bike


Li eyaleta Georgia hilbijartina Senatoyê
Li eyaleta Georgia hilbijartina Senatoyê

Dengdana bo hilbijartina senatorên eyaleta Georgia ya Amerîka ya roja Sêşemê ewê rewşa kontrolkirina Senatoya Amerîka û hevdem dê çarenivîsa serokê hilbijartî Joe Biden ya rojeva qanûndanînê dîyar bike.

Kampanyaya dijwar ya ku ji 3'yê Mijdarê vir ve, ku Biden di hilbijartina seroktîya Amerîka de Serok Donald Trump têk bir, didome de, gelek dirav tê xerc kirin ku lêçûnên heya niha derbaz kir û beşdarbûneke bêhempa derxist holê.

Komên siyasî bi reklamên televîzyonê eyaleta Georgia dagir kirine.

Roja Duşemê ewê hem Bidenê Demokrat hem jî Trumpê Komarî biçin serdana Georgia û bêguman dê ser pişkên siyasî pêşbaziyan bikin.

Ger yek an herdu senatorên Komarî - David Perdue û Kelly Loeffler - roja Sêşemê bi ser bikevin, partîya wan dê piranîyê bi rejeyeke pir hindik biparezin û ewê ev serkeftin jibo astengkirina armancên herî berbiçav yên Biden mafê vetoyê bide Senatorên Komarî.

Lê, heke berbijarên Demokrat qezenc bikin, ewê rewşeke 50-50 derkeve holê û cîgira serokê hilbijartî Kamala Harris xwedîya dengdayînê be ku encama kontrola Senatoyê dîyar bike.

Berbijerê Demokrat Jon Ossoff, fîlmçêkerê belgefîlman, li beramber berbijerê Komarî David Perdue ye, di demekê de ku yê din Rev. Raphael Warnock, keşêyê dêra Reşan ya dîrokî ya bi navê Dêra Ebenezer ya Baptist ya li Atlanta, dê bi Kelly Loeffler yê Komarî re peşbazîyê bike.

Serkeftina bi ferkeke bir hindik ya Georgia ya Biden di Mijdarê de - ji bo namzetek Demokrat ya seroktîya Amerîka serkeftina cara yekê ya di nifşêke de bû.

Herwiha, ev serkeftina Biden eyaleta Georgia ku di nava eyaletên biryardar de navenda Komarî bû, veguhezt.

XS
SM
MD
LG